Ger "Arsız Yeşillik" ya herî masûm be
Carinan dema mirov kitêbekê diqedîne tiştê di bîra mirov de dimîne ne ew ên vegêrandî ne, bes ew ên îmakirî
TÜİKê daneyên bêkarîyê yên meha Îlonê eşkere kirine. Li gor daneyên nû, rêjeya bêkarîyê bûye %25.6. Rêjeya bêkarîyê ya jinan bûye %12.3, ya mêran jî %6.7 e.
Li gor daneyên Sazîya Statistîkê ya Tirkîyeyê (TÜİK) yên meha Îlonê, rêjeya bêkarîyê ya bi pîvana teng li ser %8.6ê maye. Lê belê rêjeya bêkarîyê ya bi pîvana fireh bûye %25.6.
Di kategorîya temenê 15-24 salîyê de rewş xerabtir e. Rêjeya bêkarîyê di vê kategorîyê de bi qasî 0.3 xalan zêde bûye û bûye %17.1.
Di nav keçên ciwan de ev rêje bûye %24.0, di nav xortên ciwan de jî bûye %13.5.
Di meha Îlonê de 35 hezar kesên nû li bêkaran zêde bûne. Bi vî awayî hejmara bêkaran bûye 3 milyon û 100 hezar kes.
Çavkanî: Gazete Duvar, Botan Times
11ê Çirîya paşiyê 2024
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...