B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Kûdrayî got ku ji ber hejmara zêde a mirovan û nebûna hîjyenê, li stargehên filistiniyan xwe spartine wan, zêdetirî 8 hezar mirov bi Hepatît Ayê ango cûreyeke zerikê ketine.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê Eşref Kûdrayî duh bi şev derbarê encamên êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xeta Xezeyê berdewam in zanyariyên nû dan.
Îsraîl 104 roj in êrîşî Xezeyê dike.
Li gorî ku Kûdrayî got, Îsraîlê di 24 saetên dawiyê de li Xeta Xezeyê 172 filistîniyên din kuştin, 326 ji wan jî birîndar kirin. Her weha diyar kir ku ji 7ê Çiriya Pêşiyê heta niha di encama êrîşên Îsraîlê de li Xezeyê, 24 hezar û 620 filistînî hatine kuştin û 61 hezar û 830 filistînî jî hatine birîndarkirin.
Wî destnîşan kir ku hîna di bin kavilan an jî li ber rêyan cenaze hene lê tîmên tenduristiyê û yên parastina sivîlan nikarin xwe bigihînin wan.
Ji bo berdewamîya nûçeya bianetê bitikîne.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...