Belgefîlma "Kî me ez" dê li Stokholmê bê nîşandan
Belgefîlma li ser jîyana Cegerxwînî ya Esin Akgulê dê 20ê hezîranê li Stokholma Swêdê bê nîşandan. Navê vê berhemê "
Mamik li hin herêman wek tiştonek têne zanîn. Min ev mamikên li jêr sala 2010ê ji bo malpera xwe Kurdîgehê berhev kiribûn. Gundikê Melî 10 kîlometreyan ji navenda Şirnexê dûr e.

Bersiva mamikan li jêr e.
---
Qesra spî bê derî. Çî ye?
Rojê bûk e şevê pepûk e. Çî ye?
Pirtika karê li ser guhê darê. Çî ye?
Sindirûka li ser sindirûkê mifte ya li destê bûkê. Çî ye?
Sergelgele bingelgele çavzîq û simbêlbel e. Çî ye?
Hilindo milindo kurek ji babê bilindo. Çî ye?
Tişta tiştanî di nêv mîzera siltanî ji bilî Xwedê kes nizanî. Çî ye?
Ji hire heta Mûsil hemî morîyên sinsil. Çî ye?
Ji hire heta Bexda kulav rada. Çî ye?
Serhilû ye ne mar e, grêkodel e ne dar e, giya dixwe ne dewar e. Çî ye?
Şil bike, rep bike, tê re bike. Çî ye?
Vî milî teht e wî milî teht e nêvê de şil û şeht e. Çî ye?
Mezela şuştî û miştî du feqên çavreş tê de rûniştî. Çî ye?
Tu girê didî diçe, tu berdidî disekine. Çî ye?
Reş e reş e wek qîr, kutilka çêdike wek mala mîr. Çî ye?
Reş e reş e wek qîr difire wek tîr. Çî ye?
Zerik goştînî, girar qîrînî, hesko darînî. Çî ye?
Bazina xezalê gêr bû newalê. Çî ye?
Ez ji tehtê de diavêjim naşikê ez diavêjim kulekukê de dişikê. Çî ye?
Keçika dukezî serbanan ve bezî. Çî ye? · ·
Yekê got ayy! milê mino. yekê got:: ayy! pişta mino. yekê got xwezka min û canê mino. Çî ye?
Ji şikêrê ye ji têrê ye ji rêrê ye. Çî ye?
Komkirî barê gakê vekirî weke çîyakê. Çî ye?
Mamê bi lingikê diçe şerê gundikê. Çî ye?
Ser text e, bin text e, di nêvê de pîrek bê bext e. Çî ye?
Ker zirî kuşpil firî. Çî ye?
Hespê boz kir toz. Çî ye? ·
Çil çîk in, çil berçîk in çil ode ne çil kilîle ne. Çî ye?
Sînîya savarê ya li ser guhê darê. Çî ye?
Şikefta tarî tejî tê de mirarî. Çî ye?
Ez çûm şikeftekê min darek rast nedît ez bigirim bi destê xwe. Çî ye?
Çêlekoka zerik ji xwe re di gere. Çî ye?
Sermişar e, pêxepar e, heçî nezane dewar e. Çî ye?
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...