Şûntilîyên Celadet û Îsmaîl Ebûlîz: Li logoya BotanIntê çi çi ye?
Ejderhayê li logoya Botan Internationalê, ew ejderha ye ku li berhema Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî hebû.Ew berhem li ser deriyê
Xwendekar û mamosteyên Bajarê New Yorkê êdî nikarin xwe bigihînin ChatGPTê.
Dezgeha perwerdehîyê ya Bajarê New Yorkê vekirina vê bernameye asteng kir.
Li gor nûçeya Chalk Beat New Yorkê ev bername bi hinceta "bandorên neyînî li ser fêrbûna xwendekaran dike û li gor naverokê fikrên nerast tê de henin" hatiye astengkirin.
Bixwîne: Gelo Çêdibe ku “Chat GPT” Pişta “Google”ê Bişkêne?
Sazîyên perwerdeyê û mamoste wisa bawer dikin ku dê ew bername bondorên nêyînî li ser ferbûna xwendekaran bike. Ew dibêjin ku ev bername dikare peywirên xwendekaran ên nivîsandinê di demek nêzîk de qels bike, agahîyên şaş bide û teşwîqê întîhalê bike.

Bi kurtasî bernameyeka/roboteka hişê çêkirîye ku rê dide hûn pê re biaxivin û pirsan wek dîyalogan jê bikin. Dema hûn pirsan dikin ew li hemî daneyan dinêre berhev dike, serast dike û dike bersivek.
Yanî dema tu pirsekê ji Google-ê dikî îhtimal heye ew milyonek encam nîşanî te bike lê bi xwe bersivekê nade. Lê Chat GBT ji wan hemî daneyan bersivekê çêdike û dide te.
Robot kurdîyê baş nizane lê bi zimanê ingilîzî gelekê serkeftî ye. Her kes dikarin bi vê dûvelankê hesabekê ji xwe re çêke û dest bi axiftina bi Chat GBTyê re bike.

Berhevkar û werger Yonca Sarsilmaz
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...