Cuma Çiçek: The Kurdish Issue is Not Just About Identity; Severe Problems Persist
DIYARBAKIR — Speaking to Botan Times, Dr. Cuma Çiçek pointed out that for the past 20 years, whenever the Kurdish issue
Polîsê parêzvan ê serokê şaredarîya Elezîzê Şahin Şerifoğulları ku wî Ardıl Batmaz darp kirîye, di danişîna doza dadgehkirinê da gotîye bûyer nayê bîra min û îfadeya xwe ya dozgerîyê dubare kirîye.
Ardıl Batmaz 26ê nîsana 2022yan ji bo şopandina nûçeyan li Elezîzê bûye. Batmaz, li pêş çavên wezîrên berê Süleyman Soylu û Murat Kurum, ji alîyê parêzvanê Şahin Şerifoğulları Ö.F.T. ve hatîye darpkirin. Danişîna duduyan ya dozê îro li 5emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Elezîzê hatîye dîtin ku doz bi sûcdarîya "birîndarkirinê" li ser Ö.F.T vebûbû.
Batmaz û parêzera wî Kader Arat û polîsê bersûc Ö.F.T. beşdarî di danişînê da kirîye.
Li gorî nûçeya Gazeteduvarê, di danişînê da piştî tespîta nasnameyan polîsê bersûc Ö.F.T. dest bi axaftina xwe kirîye û wî desnîşan kirîye, ji ber ku nêzîkî salekê wext di ser ra derbas bûye bûyer nehatîye bîra wî û îfadeya xwe ya dozgerîyê dubare kirîye.
Bo agahîyên berfirehtir bitikîne.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...