Mehmet Çalişçi Xelata Arjen Arî Standiye

Share
Mehmet Çalişçi Xelata Arjen Arî Standiye
12 Arjen arî

Xelata 12. Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî ya ku ji aliyê malbata helbestvan û Weşanên Sor ve hatiye organîzekirin, duh hatiye eşkerekirin. Dosyeya Mehmet Çalışci ya bi navê "Ne Şîn e, Belkî Hinek Gewr" xelata helbestê wergirtiye.

Çalışci ji Farqînê ye

Mehmet Çalışci ku ji Farqînê ye û niho li Wanê mamostetiyê dike, berê jî di çendîn kovaran de helbest û çîrok nivîsîne. Dosyeya wî ji aliyê jurîyan ve di çarçoveya naverok, şêwaz û ziman de hatiye nirxandin.

Xelata rûmetê ji bo Kardeş Türküler

Xelata rûmetê ya bi navê Arjen Arî jî ji bo koma Kardeş Türküler hatiye dayîn. Koma ku ji sala 1993ê ve çalakiyên xwe berdewam dike, ji ber tevkariya wan a ji bo zimanê zikmakî û bi taybetî Kurdî û zêdekirina hêviya aşitî û biratiya gelan bi rêya muzîkê, hêjayî vê xelatê hatiye dîtin.

Xelat dê payîzê li Diyarbekirê di merasîmeka taybet de pêşkêşî xelatgiran bên kirin.

Botan Times
16/05/2025

Çavkanî: Weşanên Sor, Malbata Arjen Arî, Botan Times

Read more