Çewlîgî de wextê arêdayîşê gozan o: Keda pîya ya dewijan
Yew dewa girêdayeya qezaya Dara Hênî ya Çewlîgî de bi ameyîşê payîzî arêdayîşê gozan dest pêkerd. Xebata ke saetanê sibayî
Îro 44emîn salvegera koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî ye.
Mele Mistefa Barzanî kurê şêx Mihemed Barzanî ye.
14ê Adara sala 1903an de li gundê Barzan ji dayîk bûye.
Wî jiyanake bi tekoşîn borand.
Jiyana Barzanî bi şer, hefs, koçberî, surgun, wêranî, serkevtin û bi trajediyên mezin ve dagirtî ye.

Li Iraqê piştî ku desthilatdarî tê gûhertin, Qanûna Bingehîn ya nû tê pejirandin.
Di makezagonê hat qebûl kirin ku Iraq ji du miletan, miletê kurd û ereb pêk tê.
Kurd dê welatê xwe birêvebibin. Herwiha PDK li Iraqê dibe partiyek yasayî.
Lê desthilatdariya Iraqê, piştî ku xwe xurt kir û lingên xwe da erdê, êrişî Kurdan kir .
Wî jî di Îlona 1961ê de dest bi şoreşê kir û heta sala 1970ê berdewam kir.
Rejîma Baesê mecbûr bûn ku li Kurdistanê Otonomî qebûl bikin.

Mele Mustafa Barzanî dîsa di 1974an de dest bi şerê çekdarî kir.
Piştî şikestina Şoreşa Îlonê, Barzanî hewl da bi rêya têkiliyên xwe yên taybet piştevaniyekê ji gelê kurd re peyda bike û bi vê armancê berê xwe da Amerîkayê.
Mela Mistefa Barzanî di sala 1979an de li nexwaşxaneyekî Amerîkayê koça dawîn kir.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...