Mem Artemêt li Botan Timesê ye!

Share
Mem Artemêt li Botan Timesê ye!
mem artemêt

Hunermend û wênegir Mem Artemêt li Botan Timesê ye.

Wênegir Mem Artemêt dê bi wêne û wêne-nûçeyên xwe li Botan Timesê be.

Mem Artemêt kî ye?

Di sala 1993an de li Wanê hate dinyayê, mastera xwe li ser Îmaj di helbesta Fêrîkê Ûsiv de temam kir, di hin kovar û malperên weke, Çirûsk, Jehr, The Hall Kurdî, Nûbihar, Voa Kurdî, PolîtîkART, Dilop û hwd. de çîrok, helbest û fotografên wî weşiyan. 10 sal in fotografan digire, edîtorê kovara fotografiyê Sûretgrafê ye. Çîroka wî ya bi navê Wesîqayên Salih di pêşbirka çîrokan a Şerzan Kurt de xelata serkeftinê hilda. Niha li Zanîngeha Artukluyê xwendekarê doktorayê ye.

Pêşangehên wî:

Însan û Xweza, pêṣangeha têkel, Farqîn, 2019.

Herka heyatê, Merkezkaç Kolektif Mekan, Amed, 2022.

Dengê Min Dibihîzî?, Tvibit, Norwec, 2023.

Read more