Mexdûrên Servîsan û Bendewarên Tramvayan​

Mexdûrên Servîsan û Bendewarên Tramvayan​
Wêne: Botan Times / Gemini

Heta niha, bi kêmanî her kesek carekê li servîsan siwar bûye û hema bibêje carekê jî bûye şahidê bûyerekê. Serpêhatîyên mexdûrên servîsan, zêde ne! Ez bi xwe jî carinan ecêbmayî dimînim ka ev şofêrên servîsan (dolmîş) çawa dikarin karê xwe bikin, di destekî wan da çay an jî cigareya wan herçiqas cigare qedexe jî be, destê din li ser dîreksîyonê, çavekîwan li rêyê û polîsên trafîkê ji bo ku cezayî nexwin, çavê din di neynika erebeyê da li rêwîyan e ka kî siwar bûye û pereyê xwe nedaye, di guhekî wan da berguhk û bi telefonê diaxivin, guhekî wan jî li rêwîyan ka kî dê li ku dakeve an jî paraustuyê xwe bistîne. Gelek ji wan jî nîveşaêr in. Tabelayên rengîn, li ser wan gotinên pêşîyan yên fenomenên medyaya civakî. Dîyar e dixwazin mesajekê bidin xelkê, nizanim belkî mesajek e bo wan bi xwe. Rojekê, rastî vê nivîsê hatim, hezkirina xwe wiha tîna ziman. “Bir gerillanin annesine hasreti kadar sevdim seni” Carna ew jî çend risteyên baş rêz dikin xaseten li gorî hinek şairên serdemê. Belkî jî ji gelek risteyên şairên serdema me baştir in. Rast e hezkirina dayikekê bo zarokên xwe, ne şibî çi tiştî ye. Carna du servîs li kêleka hev disekinîn fesat û xiybeta servîsçîyên din dikin û gazinan dikin, îhtîmaleka mezin wêdetirê ew heman gazinê bo yekî din dikin. Di ser van hemî halan ra jî ew gelek baş dikarin pev biçin ligel rêwîyan. Rêwî ji şofer û trafîkê aciz in û şofêr jî ji rêwî û trafîkê aciz in. Dibêjin mêvan ji mêvanî aciz e û xwedanê malê ji her duyan aciz e. Helbet mebesta min, ne ew e ku şofêrên servîsan reş bikim û neheqîyê li wan bikim; di nav wîresmê sergîjîyê da, ev xizmet û qencîya em dibînin jî mûcîzeyek e! Servîs di devî ra tijî ne!Jixwe di devî ra tijî nebe jî dilê mirovî ranagire mirov li ser wan kursîyan rûne ji ber wê qirêjîyê; dilê te wê qirêjîyê ragire û tu bixwazî rûnî jî dîsa mirov rûnane ji ber ku kursî şikestî ne; bi piranî. Havînan nîveka servîsan şibî cehennemê ye û zivistanan jî şibî Sîbîryayê ye û gava tu dipirsî jî dibêjin ma em çi bikin klîmaya servîsê xerab e! Şofêr û servîsên wan derdek e û trafîk derdek e. Bi taybetî derdora saet 15:00 û 19:00an heta mirov ji Derê Çîyê digihije Dîclekentê bi kêmanî 30 deqîqe diçin, mesaîya xelkê û xwendekaran diqede vêca ya şofêrên servîsan û trafîkê dest pê dike. Normal ew rê, rêya 10-12 deqîqeyan e. Ew kesên qesta nexweşxaneyê dikin, ez behsa halê wan nakim, derdê herî giran jî yê wan e. Herwiha li gelek caddeyên sereke yên Amedê, xeta servîsan nîne, yanî kesek divê bi kêmanî 10 deqîqeyan bimeşe bo rawestgeha servîsan. Ma wext nehatîye ku xelkê Amedê jî di van hatinûçûnên li nav bajarî, hinekî rehetîyê bibînin û di nav konforekê da zûtir bigihijin karê xwe û mala xwe?

​Nêzîkî du milyon nufusa Amedê heye lê ew bi tenê mecbûrî servîs û otubasan in ku hema bibêje li ser hemî xetan servîs di devî ra tijî ne. Sezgîn Tanrikulu di axaftineka xwe da dibêje Amed tekan e bajar e ku nufuseka wê ya evqas qelabalix heye û sîstema wê ya tramvayê nîne, behsa demokrasîyê dikin lê behsa hebûn û nebûna rêyên tramvayê nakin. 

​Tê gotin ku hazirîyên projeya tramvayê digihije serdema Osman Baydemîr ku ew ji sala 2004an heta 2016yan şaredarê Amedê bûye. Dîsa ev demekî dirêj e, tê gotin ku dê sîstema tramvayê bo Amedê bê çêkirin. Proje bi vî rengî ye: Xet dê ji 14 kîlometreyan pêk bê,guzergah ji Derê Çîyê heta nexweşxaneya Gazî Yaşargilê ye, dê ji 20 îstasyonan pêk bê, ji îstasyona ewil heta ya dawîyê 37 deqîqe ye, destpêkê dê 20 tramvay hebin û tê dê rojê 75000 rêwîyan bîne û bibe.

​Bingeha projeya avakirina rayên tramvayê sala 2016yan hat avêtin. Vê yekê di nûçeya AAyê da wiha cihê xwe girtîye “Li amedê keyfxweşîya Rêya Hesînî”. Herçiqas projeya vê nûçemizgînîyê ji alîyê serokwezîrê wê demê Binali Yıldırım ve hatibe dayîn jî ev tam 8 sal in gaveka pratîk di vî warî da nehatîye avêtin û helbet vê yekê gelek sedemên xwe hene û qeyûm jî yek ji wan sebeban e.

​Sala 2016yan qeyûm hatibû tayînkirin bo Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê û gelek bajarên din yên kurdan. Gelek caran xebat hatine kirin bo vê projeyê lê ji ber qeyûman ev îhale û proje pêk nehatîye. Yek ji sebebên pêknehatina vê projeyê, belkî jî Vecdî Erbay di nivîseka xwe da tîne ziman û amaje bi hindê dike ka çawa qeyûman di îhale û projeyan da gendêlî û bêusûlî kirine û ka çawa sermîyana şaredarîyan pêşkêşî derdora xwe kirine û ka çawa ji bo îhale û projeyên gendelîyê îmzeya xwe li bin dane. 

​Dema mirov li paş vedigere û li kar û xebatên li ser axa kurdan dinêre mirov dibîne ku ew kar û xebatên hatine kirin hemî ji bo kontrol û berjewendîyên dewletê bûne. Lê ku mesele dibe rêveberîya kurdan, kar û xebatên kurdan û konfora xelkê rewş diguhere. Serdar Şengul di nivîseka xwe da amaje bi wê yekê dike ka çawa di serdema cumhurîyetê da, dewletê axa kurdan li gorî kontrola xwe dîzayn kirîye û rayên hesînî, pompeyên neftê, diwarên bendavê û sîloyên mehsûlê ava kirine ji bo ku hukmê xwe li ser axa kurdan bike û ji bo berjewendîyên xwe bi kar bîne. Lê piştî salên 2000î, bi taybetî jî piştî rêveberîyên herêmî (şaredarî) dikevin destê kurdan û ew hewil didin navên kurdî li kolan û caddeyan bikin û li gorî ruhê kurdî restore bikin û xizmetê bo xelkê xwe bikin. Tam di van xebatên wiha da, hikumet/îktidar şerhan datîne ji bo xebatên kurdî û rê li ber avakirina van xebatan digire û projeya tramvayê jî mirov dikare wekî mînak nîşan bide bo vê astengîyê da ku kurd ne xwedî gotin û biryar bin li ser herêmê. 

​Piştî hilbijartinên 31ê Adara 2024an şaredarî careka din ji destê qeyûman derketin û ketin destê kurdan ku ligel vê yekê gelek kar û xebatên çandî têne kirin. Piştî rêveberîya şaredarîya Amedê kete destê kurdan projeya çêkirina rayên hesinî careka din hate rojevê. Şaredarîya Amedê li ser malpera xwe ya fermî daye zanîn ku ew dê ji bo çûnûhatineka bi konfor, ewle û erzan îsal dest bi xebatên çêkirina rayên hesinî bikin. Ew xeta ku dê rayên hesinî li ser bêne çêkirin, hevserokên şaredarîya Amedê Doğan Hatun û Serra Bucakê kontrol kirîye.

​Hevserokê Şaredarîya Amedê Doğan Hatun di civîna DITAMê da, berîya meh û nîvan 25ê Rêbendanê, li ser sîstema rayên hesinî diaxive û tîne ziman ku ew Serokatîya Daîreye Rayên Hesinî ava dikin. Herwiha wî bal kêşaye ser kar û barên din yên Şaredarîyê û gotîye “tiştên ku hatine xerabkirin û nehatine çareserkirin, em dê di navbera 9-10 mehan da ji nû ve ava bikin. Me soz dabû xelkê xwe û em dê ji îro pêve sozên xwe bînin cih”.

​Helbet ev projeya tramvayê, hemî problemên hatinûçûnê çareser nakin, bes heta radeyekê dê hêsankarîyê bike bo xelkê ku jixwe tenê xeteka tramvayê tê çêkirin. Qet nebe rêwîyên xetekê dê ji wan kursîyên qirêj û ji derdê şofêrên servîsan û trafîkê xelas bibin, ev jî baş e. Xwezî û hêvî ew e li her derê Amedê ewqas xetên tramvayê çêbin û em behsa trafîka tramvayan bikin.

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.