Mûçexwerên Herêma Kurdistanê dê mûçeyên xwe bi sîstemên dîjîtal bistînin

Mûçexwerên Herêma Kurdistanê dê mûçeyên xwe bi sîstemên dîjîtal bistînin
muce

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê (Iraq), Mesrûr Barzanîyî ragihandiye ku wan dest bi bernameyeka bi navê "hejmara min" kiriye.

Di destpêkê de ji bo mûçexwerên nexweşxaneyekê dê ev sîstem bê bikarînan. Paşê sîstem dê li hemî herêmê belav bibe. Li gor sîstemê mûçexwer dê bikarin mûçeyên xwe ji ATMyan bistînin.

Li gor nûçeyeka Kurdistan 24ê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanîyî gotiye:

"Hejmara Min" rêyeke parastî û şefaf û guncaw ji bo fermanberên hikûmetê û xanenişînan pêk tîne, da ku bikarin bi rêya torek ji amûrên kişandina pereyan (ATM) mûçeyên xwe werbigrin, ku zêdetirî 1000 cih li seranserê Herêma Kurdistanê berdest dibin. Ji bilî wê jî, fermanberên sektora giştî, destê wan dê bigihîje xizmetguzariyên modern ên bankayê, ji wan; kredî, şiyana paşekewtkirin, hewaleya navxwe û navdewletî, pere kişandina navdewletî û pere dayîna  online û dîjîtalî.

Li Herêma Kurdistanê mûçe bi sîstemên kevin dihat belavkirin. Ji ber vê yekê rexneyên nezelalîyê û sûcdarîyên gendeliyê dihatin kirin.

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.