Çewlîgî de wextê arêdayîşê gozan o: Keda pîya ya dewijan
Yew dewa girêdayeya qezaya Dara Hênî ya Çewlîgî de bi ameyîşê payîzî arêdayîşê gozan dest pêkerd. Xebata ke saetanê sibayî
Navenda Lêkolînên Kurdî (KSC) di çarçoveya rêzeya "Global Perspectives" de di 30ê Çirîya paşiyê ya 2024ê de li Diyarbekirê paneleka girîng pêk tîne. Di panelê de Mehmet Alaca wê rewşa hilbijartinên Herêma Kurdistana Iraqê binirxîne.
Di civînê de wê Alaca rewşa hilbijartinên herêmî yên Kurdistanê û bûyerên dawîyê yên Kerkûkê vebêje. Bandora van bûyeran li ser herêmê wê bi berfirehî bê nirxandin.
Mehmet Alaca di warê Iraqê, sîyaseta herêmî ya Kurdan û milîsên Şiî yên li Rojhilata Navîn de xwedî lêkolînên kûr e. Wî xwendina xwe ya bilind li Zanîngeha Exeterê ya Îngilistanê di beşa Sîyaset û Têkilîyên Navneteweyî yên Rojhilata Navîn de qedandiye.
Civîn wê roja şemiyê saet 14:00ê de dest pê bike. Cih li navenda KSCyê ye ku dikeve taxa Yenişehirê ya Diyarbekirê.
Ji ber ku salon bi tenê 30 kesî digire, rezervasyon hatiye xwestin. Rêveberîyê daxuyandiye ku civîn hem rû bi rû hem jî di rêya înternetê re wê bê weşandin.
Ji bo rezervasyonê hûn dikarin vê formê tejî bikin.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...