Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Li Xezeyê, waizê bi nav û deng Suleiman El-Dayya li ser êrîşa 7ê Çirîya pêşiyê ya 2023yan a Hemasê ya li dijî Îsraîlê nerazîbûna xwe nîşan daye û gotiye ku ziyana êrîşê ji berjewendîyên wê zêdetir bû.
El-Dayya di peyameka xwe ya înternetê de dîyar kiriye ku divê rêberên misilman xwe ji şeran dûr bigirin eger zirar ji qezencê zêdetir be. Wî holê gotiye: "Divê şervan li ser encamên şerî baş bifikirin."
Komeka oldarên Xezeyê îro daxuyanîyek belav kiriye û êrîşa Hemasê wek "erkeka olî ya rewa" pênase kiriye. Lê wan jî gotiye ku dibe ku demjimêra êrîşê ne rast hatibe hilbijartin.
Di êrîşa Hemasê de 1200 Îsraîlî hatine kuştin û 250 kes hatine revandin. Li alîyê din, li gor Wezareta Tenduristîyê ya Xezeyê, di êrîşên Îsraîlê de 44 hezar kes hatine kuştin û 103 hezar û 898 kes birîndar bûne.
El-Dayya, ku berê endamê payebilind ê Îxwan El-Muslimînê bû û nêzîkî damezrînerê Hemasê Şêx Ehmed Yasîn bû, niho Îslameka nermtir diparêze.
Çavkanî: Reuters, Botan Times
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...