Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Di hilbijartinên herêmî yên 31ê adarê da DEMê Şaredarîya Bajarê Mezin a Wanê bi dest xist lêbelê mazbata nedan namzetê DEM Partiyê Abdullah Zeydan û şûna wî dan namzedê AK Partîyê ku ew bûbû duyemîn di hilbijartinê da.
Özgür Özel nerazîbûna xwe ya li hemberî vê yekê anî ziman û got hevrikê wî sê qat deng standine lê didin yê duyemîn.
Özel gotinên Serokkomarê Tirkîyeyê Erdoğan bi bîr tîne û dibêje ku wî gotîye ez dê rêzê li encamên hilbijartinê bigirim lêbelê heke şûna hevrikê xwe yê 3 qet zêde deng stendiye mazbatayê bidin yê duyemîn, dê hemî gotinên wî di avê da biçin.
"Heke gelê Wanê ji zêdetirî 3 qet dengan kesek ji bo şaredariya bajarê mezin hilbijartibe, divê em hemî rêzê bigirin. Ev yek berê li Stenbolê jî kirin. Dê berdêla wê giran bidin. Ez bawer nakim ku tiştekî wiha bikin. Ez wî şiyar dikim. Tenezila tiştekî wiha hemû gotinên wî vala derdixe.”
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...