Şûntilîyên Celadet û Îsmaîl Ebûlîz: Li logoya BotanIntê çi çi ye?
Ejderhayê li logoya Botan Internationalê, ew ejderha ye ku li berhema Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî hebû.Ew berhem li ser deriyê
Polîsên bacê yên Fransayê û Hollandayê roja sêşemê bi ser nivîsgehên Netflixê de girtine. Li gor çavkanîyan, ev serdegirtin ji ber gumana bazirganîya neqanûnî ya bacê û binpêkirina zagona karî hatiye kirin.
Şîrketa Netflixê di sala 2021ê de dahata xwe ya Fransayê ji Hollandayê veguhastandiye û piştî vê guheztinê dahata şîrketê ji 47.1 milyon euroyî derketiye 1.2 milyar euroyî. Ev guherîna ji nişka ve bala rayedarên bacê kişandiye.
Lêpirsîna ku di meha yazdehan a 2022ê de dest pê kiriye, niho jî didome. Rayedarên Navenda Têkoşîna li dijî Bazirganîya Neqanûnî, Bac û Sûcên Darayî yên Fransayê û Serdozgerîya Neteweyî ya Darayî beşdarî vê operasyonê bûne.
Berdevkeka Netflixê daxuyandiye ku ew bi rayedarên Fransayî re di nav hevkarîyekê de ne û li hemû welatên ku tê de dixebitin, li gor zagonên bacê tevdigerin. Netflix li Fransayê xwedîya deh milyon beşdaran e û rêzefîlmên xwe yên navdar li vê derê hildiberîne.
Şîrketa McDonaldsê di sala 2022ê de ji ber bazirganîya neqanûnî ya bacê 1.25 milyar euro daye Fransayê. Ev yek nîşan dide ku rayedarên Fransayê li ser şîrketên navneteweyî bi awayekî cidî disekinin.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...