Pêşangeha wêneyan ya “Çîrokên Mezopotamyayê” li Amedê vebûye

Pêşangeha wêneyan ya “Çîrokên Mezopotamyayê” li Amedê vebûye
Pêşangeh, wêne: Şaredariya Amedê

Pêşangeha wêneyan ya “Çîrokên Mezopotamyayê” bi hevkarîya Şaredarîya Bajarê Mezin ya Amedê û Kolektîfa 4RO Photosê vebûye. Ev pêşangeh li Salona Pêşangehê ya Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hatiye pêkanîn. Pêşangeh balê dikşîne ser mijarên wekî koçberî, nasname, aidîyet, windabûn, bîrgeh û berxwedanê.

Di pêşangehê de berhemên heşt wênekêşan cîh girtine. Ev berhem encama xebatên belgeyî yên demdirêj in.

Wêne balê dikşînin ser rastîyên civakî û çandî yên Mezopotamyayê. Xebat ji gundên Hemşînê heta Îranê, ji Afganistanê heta Ewropayê... ji gelek cihan in. Koçberên Dom yên Sûrîyeyî û têkoşîna Dayikên Şemîyê jî di nav van çîrokan de cîh digirin.

Armanca berçavkirina wênegerîya belgeselî

Refik Tekin

Kuratorê pêşangehê Refik Tekin di daxuyandina xwe de behsa girîngîya kolektîfê kir. Tekin dîyar kir ku armanca wan berçavkirina xebatên belgeselî yên li Mezopotamyayê ye. Bi vê xebatê pişgîrîya navbera wênegiran bihêz dibe. Ev kolektîf arşîveka dîtbarî ya mayînde ji bo paşerojê dihêle. Tekin ji bo piştgîrîyê spasîya Şaredarîya Bajarê Mezin ya Amedê kir.

Vegera li kok û çîrokên malbatî

Wênegir Berge Arabian dilxweşîya xwe ya ji bo beşdarbûna pêşangehê anî zimên. Arabian ev xebat wek vegera li kok û çîrokên malbata xwe pênase kir. Ew sêzdeh sal in li derveyî welatî dijî. Arabian da zanîn ku tomarkirina hafizeya dîtbarî ya herêmê gelekî girîng e. Ev pêşangeh wek yekemîn pêşangeha hevpar ya kolektîfê rûmeteka taybet hildigire.

Hêza mayîndekirina demê bi wêneyan

Zeynep Yaş

Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî Zeynep Yaşê bal kişand ser parastina hafizeya civakî. Yaşê gotina "çar rojên dinyayê" bi bîr xist. Wê dîyar kir ku dem derbas dibe lê wêne demê mayînde dike. Mirovek dema ku bîranînekê tomar dike, ew bîranîn êdî namire. Yaşê da zanîn ku civak bi parastina çîrokên xwe dikare peywendîyê bi demên xwe yên borî xwe re deyne.

Çavkanî:

Berhevkarî û werger: Botan Times, agahî û wêne: Şaredariya Bajarê Mezin

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.