Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Li Libnanê bi peqandina çîhazên şandina peyaman (peyamşîn) neh kes hatine kuştin. Li gor Wezareta Saxlemîyê ya wî welatî 2 hezar û 750 kes birîndar bûne û birîna 900 ji wan giran e.
Li gor medyaya navneteweyî bikarhînerên wan cîhazan (amûran) endamên Hizbûllahê bûne. Hizbûllahê jî îdia kiriye ku Îsraîlê ev êrîş kiriye.
Li gor pisporên ji medyaya cîhanî re axivîn sebeba bingehîn a teqînan ew e ku bi şandina hin kodan pîla cîhazan germ bûye û teqiyaye. Di vîdeoyên belavbûyî de jî diyar dibe ku dûmanek radibe û dengê teqînekê tê.
Li gor nûçeyeka BBCyê îhtimaleka dî jî heye. Pisporekê ji artêşa Ingilîstanê teqawît bûyî û navê xwe negotî diyar kiriye ku çêdibe di dema ew cîhaz hatî çêkirin de 10-20 gram teqemenî li cîhazan hatibe bicihkirin û paşê bi şandina peyamekê hatibe teqandin.
Hêj ne diyar e ka kê ev cîhaz teqandine.
Reutersê ji New York Timesê ragihandiye ku Îsraîlê teqemenîyek li peyamşînên bi navê Gold Apollo veşartiye. Teqemenî nêzîkî cihê pîlan e û bi peyamekê dikare bê teqandin.
Rûdawê ji Sky News a Erebî agahîyek weşandiye ku dibêje ajanên MOSSADê Nitrogriserin berdaye nava bataryayên peyamşînan. Ew madde heta 220 dereceyan wek krîstalan dimîne. Lê dema giha wê germayîyê diteqe.
Peyamşîna Gold Apollo li Taywanê tê çêkirin û ji bo Libnanê tê firotin.
Şirketa Taywanê ya bi navê Gold Apolloyê diyar kiriye ku wan ew peyamşîn neçêkirine. Şirketeka Ewropayê ew çêkirine. "Şirketeka bi navê BAC ew çêkiriye û paşê etîketa me lê daye."
Ji ber ku sîstema peyamşînan sîstemeka basît e hack-kirin û şopandina wê zehmet e. Û ji ber ku gelek operasyonên li dijî Hizbûllahê bi rêya îstixbarata ji telefonan bûye wê dest ji şixulandina peyamşînan berdaye.
Dikarin peyamên bi deng û nivîskî bişînin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...