Belgefîlma "Kî me ez" dê li Stokholmê bê nîşandan
Belgefîlma li ser jîyana Cegerxwînî ya Esin Akgulê dê 20ê hezîranê li Stokholma Swêdê bê nîşandan. Navê vê berhemê "
Pirtûka bi navê "Pêparê Biharê" ya Mem Zînistanî ji aliyê weşanxaneya Avesta ve hatiye weşandin. Nivîskar di vê berhemê de jiyana rojanê bi zimanekî taybet û bi rêya kameraya xwe ya hûrbîn pêşkêş kiriye.
Di kurteçîrokên vê pirtûkê de jiyana karakteran carna wek monolog, carna jî wek dengê kesên din hatiye pêşkêşkirin. Zînistanî bi taybetî dengê jinan, ku jiyan bi wan dilive û pêparê wan ti carî xêrê bi wan re nayîne, bi awayekî edebî derxistiye pêş.
Di nava vê berhemê de kurteçîrokek jî cih digire ku silavê dide tradîsyona çîroknûsiya Kurdî û bi vî awayî girêdanek di navbera kevneşopî û nûjeniyê de pêk tîne.
Rizgar Elegez
25/04/2025
Çavkanî: Botan Times, Avesta Kitap, Rizgar Elegez
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...