Em çi dixwînin
Her beş li ser berhemeka Kurdî ye. Derhênera bernameyê Semîha Yildiz e. Li ser 14 berhemên Kurdî 14 bername hatine
Botan Internationalê di 25-26ên meha Tebaxê de kargeha Çêkirina Podcastan pêk anî niha jî berhemên vê kargehê diweşîne.
Podcasta dawî ji hêla Roza Sîerrayê ve hate çêkirin ku Roza yek ji beşdarên kargeha çêkirina Podcastan bû. Roza Sîerra û Sermest Semîrî re li ser Miradê Kînê û hêmayên erotîzmê yên di starnên wî de axivîne.
10 kes beşdarî vê kargehê bûbûn û ji du rojnamegeran 2 rojan 4 saet dersên çêkirina Podcastan standibûn. di encama van dersan de beşdaran ji bo temamkirina perwerdeyê ji bo Botan Timesê-Botan Podcastê her yekê podcastek amade kirin. Her çiqas qeyd û montaja podcastekî xilas dibe li ser hesabê Botan Timesê yê Youtubeyê bi etîketa #BotanPodcastê tê weşandin.
Helbet heger derfet û amûrên beşdaran tune bin ji bo qeydkirin û çêkirina podcastekî, yan jî heger bixwazin bi çavdêrîya xebatkarên Botan Internationalê podcastên xwe çêbikin tên Stûdyoya dengî û videoyan a Botanê bi kar tînin. Bi vî şiklî hem perwerdeya standine bi tecrûbeyekî temam dikin, hem jî derfet û amûrên Botan Internationalê bi kar tînin.
Bi vê wesîleyê em dîsa bi bîr bixin; Stûdyoya Botan Intêrnationalê ji bo hemû rojnamegerên kurd û xebatkarên medyaya kurdî û ji bo kesên bi awayekî şexsî kar û barên kurdî dikin vekirî ye.
https://open.spotify.com/episode/3RLyv25jiJGKIa641fKbpx
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...