Rêdûr Dîjle: "Şêrgele" û "Ev Çiya Rûspî ne" bîra Kurdî diparêzin - Înanç Yildiz

Rêdûr Dîjle: "Şêrgele" û "Ev Çiya Rûspî ne" bîra Kurdî diparêzin - Înanç Yildiz
Rêdûr Dîjle

Li bajarê Diyarbekirê çalakiyeka li ser Arjen Arî pêk hatiye. Di çalakîyê de Rêdûr Dîjle şeirên şairî şîrove kiriye. Dîjle li ser bîra neteweyî û welatparêzîyê rawestiyaye. Li gorî gotina wî gelê kurd niho di serdemeka giran de derbas dibe, ji ber vê yekê bîra civakî ji bo kurdan gelekî girîng e.

Bîra civakî û dîrok

Arjen Arî di berhemên xwe de dîroka civakê parastiye. Rêdûr Dîjle diyar kir ku ew ne tenê şairekî mezin bû. Ew di heman demê de dîrokzanê bîra kurdan bû.

Di vê serdemê de maf û azadîyên gelê kurd pêş dikevin. Sazkirina vê çalakîyê ji bo pêşveçûna çandî bû fersendeka baş. Divê kurd yekîtî û hevkarîya xwe xurt bikin. Ev serdem hevgirtinê li ser kurdan ferz dike. Şairî bi berhemên xwe her tim doza kurdî nîşanî her kesî daye.

Azadî û welatparêzî

Şairî di nivîsara xwe ya bi navê "Min Ji Bîr Meke" de li ser bîra neteweyî nivîsiye. Wî di nivîsarê de behsa girêdana axê û kokê kiriye. Ax koka civakê pêk tîne. Mirovekî bê welat mîna dareka birrî ye. Ew mirov êşeka mezin dikşîne. Arjen Arî azadîya xwe û azadîya gelî gihandiye hev. Ev nêzîkayî welatparêzîya wî nîşan dide. Hafizeya neteweyî ne neteweperestî ye. Ew evîna welêt û parastina çandê ye. Neteweperestî her dem bû sedema komkujî û mirinê. Lê welatparêzî naskirina ziman, çand û dîroka xwe ye.

Mîrasa helbestê

Arjen Arî di sala 2012an de di hevpeyvîneka xwe de li ser şêwaza helbestê axivîbû. Wî gotibû ku divê em helbesta xwe li ser mîrasa xwe ya kevn ava bikin. Jiber ku îthalkirina helbestê karê şairên rastîn nîne. Rêdûr Dîjle ev helwest wekî pireka navbera îro û paşerojê bi nav kir. Helbestên mîna "Şêrgele" û "Ev Çiya Û Rûspî ne" vê rastyê nîşan didin. Ev berhem li dijî qirkirina çandî bîra kurdî diparêzin. Di dawîyê de Dîjle bang li guhdaran kir. Wî xwest ku kurd xwedî li ziman û çanda xwe derkevin.

Çavkanî:

Botan Times, Medyaya Herêmî

"Ev nûçe bi piştgiriya maddî ya Balyozxaneya Almanyaya Federal a Enqereyê, di çarçoveya Projeya ‘Bihêzkirina Saziyên Medyaya Herêmî bi Riya Mentoriya Navneteweyî û Veguhertina Dîjîtal’ de hatiye amedekirin. Berpirsiyariya naveroka vê nûçeyê aîdî saziya me ye. Şoperêç"

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.