Rêya Xam û Otoban

Rêya Xam û Otoban
BT/Canva

Ji bo zimanek nemire şertê sereke ev e ku divê îradeyên siyasî çerxa xwe bi wî zimanî bigerînin. Û kesên ku li ser dişixulin jî divê qeydeyên wî zimanî zelal bikin.

Bi sernavê “Ben, Kürtçe Düşünürüm, Türkçe ve Arapça Yazıyorum” rîsaleyeka Bedîuzzeman Seîdê Kurdî heye. Ji nivîsên wî yên dewra pêşîn e, bi navê “Ebû Lâşey Said” ji bo hinek pirsan, wek bersiv nivîsîye û mazereta xwe di heft paragrafan de îfade kiriye. Di paragrafekê de dibêje “Van du inqilaban ez mecbûrî du nivîsînên tevlihev kirim; du koçberîyan jî îlhama du kitêban da min. Her yekê van berheman bi qasî ku kurd e, di eynî halî de tirk e, di eynî demê de ereb e. Her berhemek mînanî yekî kurd ku kum li serî, ebaya ereban li xwe kiriye û pantolên tirkan kirine pîyên xwe. Nivîsîneka wisa şeklê wê ecêb, divê bi mixalefeta qanûna nivîsînê neyê şermezarkirin. (…) Ez bi Kurdî difikirim, bi Tirkî û Erebî dinivîsim. Mitercimê di metbeaya xeyal de ecemî ye; yan gotina qelbî baş tênagihê yan jî aşnayê zimanê lîsan nîne. Îcar, ji ber ku ez gramera Tirkî nizanim pişkocên uslûba ku ez li manayê dikim zêde tevlihev dibin...”

Seîdê Kurdî li hemberî zimanê Tirkî hesasîyeteka narîn nîşan daye. Ehwalê xwe û nivîsîna xwe îzeh kiriye da ku bi mixalefeta qanûna nivîsînê neyê şermezarkirin. Bi Tirkî dibêje ez bi Kurdî difikirim, bi Tirkî û Erebî dinivîsim û ji bo ku mazereta xwe nîşan bide qilixekî şeklê wê ecêb teswîr kiriye ku li serî kumê kurdî, li piştê ebaya erebî û li pîyan pantolên tirkî hene. Meriv dikare wisa fêm bike, ji bo ku Tirkî rast binivîse xîret kiriye. Lewre ji derveyî cîhana fikrî, feydeya Seîdê Kurdî gelek gihaye zimanê Tirkî jî.

Mûsa Anter di bîranînên xwe de dibêje “Li mehkemeyan tim gilîyên vî zatî dihat kirin. Di sala 1945an de li Îstanbulê jî mehkemeyeka wî hebû. (…) Min ew [yanî Seîdê Kurdî û Abdurehîm Zapsu] ji bo şîvê vexwendin mala xwe. Hemî dîndarên bijare yên kurd ku li Îstanbulê bûn jî hatibûn. Mesela, kesên mîna Şêx Şefîq Arwasî, Şêx Emînzade, Şêx Mistefayê Bidlîsî, kurê Ebdulkerîm Arwasîyî Mekî Arwasî ku qadîyê Kadıköyê bû, Cemaledîn Arwasî… Piştî şîvê fesla çaya semawerê ku mexsûsê welatê me ye dest pê kir. Wan gelek xweş dest bi suhbetên dînî û îlmî kiribû. (…) Seîdê Nursî wê demê li rojava[yê Tirkîyê] dima û piranîya mirîdên wî tirk bûn. Bi qasî ku min ji suhbeta wî fêm kir, lebata wî ew bû ku van însanan [yanî tirkan] sewqê rêya rast bike û wan bike cenetî. (…) Min ji Beduzemanî re wisa got: ‘Seydayê min ê muhterem, navê te yê ku min di zaroktîya xwe de bihîstiye û ji hemî kurdan re sempatîk tê, Mela Seîdê Kurdî bû. Niha jî, her roj tirk te ji derekê surgunî dereka din dikin, te hepis dikin, di mehkemeyan de te digevizînin, lê hê jî cehda te ew e ku tu tirkan bibî cinetê. Ev çi îş e?’ (…) [Hingê] destê xwe avêt ser sitûyê min, ez ramûsam û ev tiştê hanê gotin: ‘Kurê min, tu hîn zaro yî, tu nizanî ez çi dikim. Bixwîne, îlim hîn bibe" [1]

Hemîyê bixwîne

Xwe belaş qeyd bike ji bo tu hemîya naverokê bibînî. Ev naverok bi tenê ji bo yên abone ye û abonetî belaş e.

Bûltena belaş bistîne
Ma ji xwe hesabekê te heye? Têkevê

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.