Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Şirketa OVANYAyê ya ku navenda wê li Hewlêrê ye robotekê bi navê OVANYA-KOCR çêkiriye. Ev robot bi rêya kamêreyan dema nivîsekê dibîne yekser wê nas dike, fêm dike û nivîsan dike datayên dîjîtal.
Piştî hingê dikare ew data ji bo alfabeya latînî an erebî ya kurdî bê guhertin. Bername dikare wan datayan wergerîne zimanên dî jî.
Bername hemî agahiyan wek datayên ji bo bikarînanê hazir qeyd dike. Ji bo nimûne heger kamêreya wê, qeyda hemî nexweşên li nexweşxaneyên herêma Kurdistanê bibîne dê di sanîyeyan li ser agahîyan bersivan bide.
Mesela: Çend nexweşên penceşêrê hene? Çend nexweşên zarok hene? Ji bo çend nexweşan xwîn lazim e?
Ji bo dîjîtalbûna xizmetên Herêma Kurdistanê ev yek gaveka qîmet-bilind e.
OVANYA ji bo dîyarkirina qîmetê datayan dirûşma “data petrola vê demê ye” bi kar tîne.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...