Kindness and Arrogance: Opposing Forces That Shape Human Relations
First, let us examine kindness, which is often perceived as a subtle strength. Kindness is the expression of empathy, understanding,
Cecilia Sala rojnamevana ku ji bo rojnameya Il Foglio û Chora Media dixebite, hefteyekê di hucreyeka tenê de hatiye girtin. Wê bi destûra rojnamevanîyê li ser guherînên piştî rûxandina rejîma Esad li Sûrîyê rapor amade kiribûn.
Sê roj berî girtina Sala, polîsê Îtalyayê Mohammad Abedini Najafabadi yê 38 salî li balafirgeha Milanoyê li ser daxwaza Amerîkayê desteser kiribû. Amerîkayê ew bi firotina parçeyên dironan û piştgirîya terorîzmê tawanbar kiriye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê gotiye ku rejîma Îranê gelek caran hemwelatîyên biyanî wek amrazên sîyasî bi kar tîne û divê ew bên berdan. Berdevkî dîyar kiriye ku rojnamevan karê xwe di bin mercên metirsîdar de dikin û divê bên parastin.
Giorgia Meloni, Serokwezîra Îtalyayê ragihandiye ku ew dosyeyê ji nêz ve dişopîne û hemû hewl tên dayîn ku Sala vegere malê. Parêzerê Najafabadi hemû tawanan red kiriye û gotiye ku tawanên li dijî muwekîlê wî ne giran in.
Çavkanî: The Guardian, Botan Times
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...