Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Rojnameger Bilal Guldemî piştî ku li medyaya civakî vîdeoyeka zarokên ji bo çûna mizyeftê dimeşin weşand wek hedef hat nîşandan.
Li ser vê yekê nûnerê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas (RSF), Erol Onderogluyî bi peyamekê, ev rewş şermezar kir.
Onderogluyî got:
Em matmayî ne ku hinekan weşandina vîdeoyekê wek alavekê bi kar anîne û jiyana rojnamegerekî xistiye di metirsîyê de ku di vîdeoyê de li Batmanê zarok ji bo nimêjê têne meşandin. Yê hedef nîşandayî heger parêzerek be ev rewşeka hêj kembaxtir e. Em şermezar dikin
Erol Onderoglu
Guldemî ji bo Botan Timesê behsa weşandina vîdeoyê kir. Wî got çavkanîyên nûçeyan jê re vîdeoyek şandiye. Wî bêyî şîroveyekê bike weşandiye lê di vîdeoyê de hin kes şîroveyên xwe dibêjin.
Min dema weşandî, xwe ji bo lînckirinê amade kiribû. Lê min nedizanî ew kesên sîyasetmedar û parêzer jî dê min hedef nîşan bidin. Adres û rêya min a çûn-û-hatinê dîyar bikin. Ji ber wê ez matmayî bûm. Parêzerê min dê gilîya wan bike.
Bîlal Guldem, Rojnameger
*Parêzer û aliyê sîyasî heta niho li ser hedefnîşandana rojnamegerî bersivek an daxuyanîyek nedaye, dikarin bi rêya editor@botantimes.com bersiva xwe bigihînin me.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...