Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTÜK) lîsansa weşana erdî ya Açık Radyoyê betal kiriye.
RTÜKê di 24ê Nîsanê de ji ber bikaranîna gotina 'qirkirina Ermeniyan' di bernameyeka radyoyê de, 5 caran cezaya rawestandina bernameyê daye. Piştî ku biryar nehatiye pêkanîn, RTÜKê biryara betalkirina lîsansê daye.
Dadgeha Îdarî ya 21emîn a Enqereyê berê biryara rawestandina pêk anînê dabû. Lê di 27ê Îlona 2024ê de dadgehê biryar daye ku daxwaza rawestandina pêk anînê red bike.
Açık Radyoyê ragihandiye ku weşana wan a erdî ya 30 salî dê bê girtin. Radyoyê gotiye ku ew hêvî dikin ev rewş demkî be û ew ê erkên xwe yên di warê dengên sivîl de bidomînin.
Çavkanî: bianet, Botan Times
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...