Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Li gorî daxuyanîya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Ukraynayê di rojên dawîyê de bi mûşekên ATACMS ên Amerîkî du êrîş li ser axa Rûsyayê pêk anîne.
Wezaretê ragihandiye ku êrîş di 23 û 25ê Çirîya paşiyê ya 2024ê de li ser herêma Kurskê pêk hatine. Di êrîşa dawîyê de du leşkerên rûsî birîndar bûne.
Di êrîşa yekem de, ji pênc mûşekan dudu gihîştine armanca xwe û li pergala parastina hewayî ya S-400 ketine. Di encamê de radara pergalê zirar dîtiye.
Di 25ê Çirîya paşiyê de, Ukraynayê heşt mûşek berdan balafirgeha Kursk-Vostochniyê. Ji van mûşekan yek gihîştiye armanca xwe û zirar daye avahîyên leşkerî.
Rayedarên rûsî daxuyandine ku rewş di bin kontrolê de ye û ew ji bo bersivdayînê amadekarîyan dikin.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...