B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Koma şanoyê Şaneşîn Performans ji bo zarokan dê dersên Dramaya Afirîner û Wênesazîyê bide.
Zimanê dersan kurdî (kurmancî) ye û ji bo zarokan e (temen 6-12).
Dersdar, lîstikvana Şaneşîn Performansê Sakîne Şalvaci ye. Şalvaciyê beşa kurdî li Zanîngeha Artûklûyê xwendîye. Herwiha, li heman zanîngehê ji beşa Wênesazîyê mezûn bûye.
Ders dê bi awayekî rûbirû, li Mêrdînê, li avahîya Şaneşîn Performansê bêne dayîn.
Şaneşîn Performans
Şaneşîn Performans 9ê Sibata 2022an, li Mêrdînê ji alîyê çend mamosteyên zimanê kurdî û dildarên hunera kurdî ve hatîye avakirin. Heta niha bi navê Penceşêr, Bêcir, Înfaz, Şengê û Pengê û Şêxê Senanî'an pênc lîstik berhem anîne. Ew derketine turneyan û wan li gelek bajaran lîstikên xwe pêşkêş kirine û ew hazirîya du lîstikên nû dikin.

Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...