Sazîyên çandî, nivîskar û hunermendan ji bo Wanê çi got?

Share
Sazîyên çandî, nivîskar û hunermendan ji bo Wanê çi got?
Ji-bo-malpera-nu-16

Di hilbijartinên herêmî yên 31ê adarê da DEMê Şaredarîya Bajarê Mezin a Wanê bi dest xist lêbelê mazbata nedan namzetê DEM Partîyê Abdullah Zeydan û şûna wî dan namzedê AK Partîyê ku ew bûbû duyemîn di hilbijartinê da.

Li ser vê yekê li Wanê xelk dakete kolanan û prostesto kirin.

Li ser vê yekê ewil li Wanê protestoyan dest pê kir ku paşî li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Stenbolê jî protestoyan dest pê kir.

Gelek kes, partî, serok, nivîskar, hunermend û dezgehan derbarê Wanê da daxuyanî dan. Çendek ji gotinên sazîyên çandî, nivîskar û hunermendan wan wiha ne:

Şêrko Kanîwar:

Şanoya Bajêr a Amedê li ser hesaba xwe ya Xê vîdeoyek parve kir mamoste û yek ji endamên Ma Musicê wiha dibêje: Ji doh de ye, dixwazin li Wanê û piştî Wanê jî li çend bajarên din yên Kurdistanê, dixwazin îradeya gelê kurd bi hîleyan bin pê bikin. Lê tiştekî nizanin û her car ji bîr dikin vî tiştî, em jî wek hunermendên kurd me got em dê herin wanê ji bo piştevanîyê. Lê hem li Bedlîsê hem li Wanê ketina bajarên Kurdistanê qedexe kirine. bes tiştek heye dikarin ketina bajaran jî qedexe bikin û dikarin bi qeyûman , bi hîleyan û fen û futan dikarin qeyûman jî biavêjin, dikarin şaraderîyên me xesp bikin, lê divê ev ji wan ra bibe kul ew ê tu carî gelê kurd, bi îradeya xwe û bi vîna xwe tu carî dengê xwe nede wan, serî li ber zilmê li ber faşîzmê netewîne.

Nîsk Huner:

Li hemberî bêhiqûqîyê divê em bêdeng nemînin! Yên îro li Wanê îradeya gelê kurd nas nakin, sibê sê bi çavsorî êrişî mafên me yên însanî jî bikin! Dem Dema parastina Xwebûnê ye, Dem Dema parastian îradeya gelê kurd!

ŞanoWan:

Vê sibehê bi hinceyên ne hecet, bi hincetên pûç û vala dixwazin îradeya gelê kurd tune hesab bikin. Naxwazin vê îradeyê, vê îradeyê bibînin û qebûl bikin. Em jî wek hunermendên ŞanoWan û Aryenê vê xespê vê tunehesabkirinê qebûl nakin. Îro Dem Dema xwedîderketina îradeya gelê kurd e.

Navenda Çandê ya Mezopotamyayê:

Bi taybetî hêrs û kîna xwe ya li hemberî polîtîkayên qeyûman nîşsan da û di hilbijartinê de zîhnîyeta wan di sindoqan de bin pê kir. Em dibêjin Îro nebe kengî? Sibê pir dereng e. Em bang li hemû kesan dikin ku niha piştgirîyê bidin îradeya gelê Wanê.

Selim Temo

Şair Selim Temo li ser hesaba xwe ya Xê derbarê bûyerê da wiha got: Kurdên xwefiroş kêm bûbûn, lewre ji derve xwefiroş anîn bo dest daynin ser îradeya Kurdan! Xwefiroşên mayî, bila bêvila we bişewite, bizanin û bibînin ku çawa nîr û zencîran dixin stûyê Kurdan. Vegerin ser eslê xwe, vegerin mala xwe. Kurdên birûmet, hay ji kemîneya van çavsoran hebin. Bi hizr û tevdîr tevbigerin.

Mem Ararat

Bêgûman ev zilm e,ev neheqî ye. Ev bêhurmetî ye li hember îradeya hilbijêrên li bajarê Wanê.

Fatma Savci:

Dagirker ne tenê ax, sererd û binerda me dibin. Ew ne bes dîroka me, çand hûnera me didizin. Desthilatdariyeke bê qisûr li ser rihê me, li ser hest û hebûna me divin. Em bi dengê kurdan yê li hilbijartinan şa bûn, ew niha vê şabûna me didizin, vê motîvasyonê.

Firat Cewerî:

Bûyera ku li Wanê rû daye zilm e, çavsorî ye, darbeyek li dijî mafên mirovan, azadiya fikrê û demokrasiyê ye.

Şaneşîn Performans:

Em wekî koma şanoya kurdî Şaneşîn Performans li hemberî vê darbeya sîyasî ligel hevşaredarên xwe ne. Xeta me ya berxwedanê ye û em dê her dem, li her qadê, li hemberî neheqîya li gelê me tê kirin têkoşîna xwe berdewam bikin. Em dê qeyûm û pergala wan nas nekin û wan tune bihesibînin. Vîna gelê me di ser hemî dezgehên wan yên xapînok de ye. Em jî bang dikin ku gelê kurd xwedî li îradeya xwe derkeve. Herwiha banga me ew e ku hemî sazî, dezgeh, hunermend û rewşenbîrên gelê kurd sekna xwe ya li hemberî vê yekê nîşan bidin.

Mehmet Akbaş:

Destdanîna li ser îradeya gel ne tiştekî nû ye! ji vê saetê şûnde kî dengê xwe li vê yekê dernexe, ew jî şirîkê vê zilm û zordarîyê ye.

Zana Farqînî:

Gelê ku bi xwe hisiyabe vîna wî nayê şikandin. Pergaleke ku rîayet li qanûnên xwe neke û serî li zordariyê bide, ew dirize. Wanê biryara xwe da û dipirse: Ka bibêje tu çi yî!

Xalid Sadinî:

Xespkirina mafan neheqîyeka mezin e. Tu kes bi xespkirina mafê kesekî din bextewar nabe. Ya li Wanê qewimîye, xefk e û yê ku ev xefk amade kirîye di bin guneheka mezin da ne. Divê mazbataya Abdullah Zeydan bidinê. Heke encama proseya hiqûqî adil be divê bê dayîn, adil nebe divê bê redkirin.

Erdal Kaya:

Delê Wanê Abdullah Zeydan hilbijart. Xesp e rêznegirtina îradeya gelê Wanê, dizî ye. Kesên ku ji vê derhiqûqîuyê ra bêdeng dimînin ew jî şirêkên vî sucî ne.

Deniz Özer:

Kî qeyyûman bavêje ser îradeya me ji dûrî diya wan oris****** ne. Êdî kêr giha hestî.

Murad Bayram:

Heger “desthilat bê şert û merc di destê gelî de be” gelê me bi hilbijartinê biryara xwe daye.

Tara Mamedova:

Warê bav û kala, Wan. Di vê dinyayê de êşa herî mezin ew e ku mero tim rastî bê mafîyê û neheqîyê were. Me kir nekir em ji vê ezebê xilas nebûn…

Mehdi Mutlu:

Dîrokê duryanek li ber qeyûmê dahatûyê Arvasî danîye, ji van rêyan yek dê wî bike Seyit şefik Arvasî, yek jî dê wî bêxe nav herîya ku serokê şaredarîya Bağlarê ketîyê; biryar, biryara wî ye....

Sîdar Jîr:

Gelê Wanê tu hilnebijartî! Lêbelê te bêrûmetî û xwekêmkirin tercîh kir!

Ciwan Haco:

Li hemberî neheqîyê bêdeng nemînin. Bijî Kurdistan, bijî Wan!

Read more