Sechu Sende: Min kitêb nivîsî da Galizya, Kurdistanê baştir nas bike
Nivîskarê Galîzyayî Sechu Sende li civata kurdan bi kitêba Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim tê nasîn. Ew sala 2013ê li Kurdistanê geriyaye û kitêbeka bi navê "Gera li Kurdistanê" bi Galîzî nivîsîye.
Sende dibêje "biratîya neteweyên bêdewlet" heye.
Civata kurdan jî xelkê galîzyayê bi berxwedana serxwebûnê û daxwaza cidabûna ji Îspanyayê nas dike. Sechu Sende pirsên li ser Galîzya û Kurdistanê ji bo Botan Timesê bersivandin.
"Neteweya min aîdê biratîya neteweyên bêdewlet e"

Li Kurdistanê, Katalonyayê û Baskê dema ez bi gelên wê derê re axivîm, dema li ser axa wan meşiyam, min ferq kir ku neteweya min aîdê biratiya wan neteweyên bêdewlet e.
Tevî dûrbûn û cudabûnên di navbera Galîza û Kurdistanê de, gelên me û pirsgirêkên me pir dişibin hev. Gelek kes -bi stratejiyên cuda- ji bo berxwedan û avakirinê dixebitin. Di vê rewşa trajîk de, henek û şahî dikare bibe alîkar…
Sechu Sende
“Rêwîtiya Kurdistanê”
Piştî gerê, pirtûkeka min a bi rojnivîska grafîkî û edebî ya bi navê “Rêwîtiya Kurdistanê” hat weşandin. Min ew amade kir da Galîza Kurdistanê baştir nas bike. Ew pirtûka min a herî şexsî ye.
Di pirtûkê de min meraq dikir ka keça min Estrela dê axaftina Galîzî bidomîne an na. Îro ew 14 salî ye û her tim bi Galîzî diaxive.
Wê gerê enerjî da me ku em şerê xwe berdewam bikin. Û ez dizanim, tovên ku me li Kurdistanê berhev kirine di gotinên Estrelayê de mezin dibin.
Sechu Sende
Dengbêjîya kurdan û “regueifa”ya galîzîyan
Ez dixwazim beşdarî projeyekê bibim ku ciwanên Galîzayê û Kurdistanê bi dengbej û regueifayê bigihîn hev. Sala borî me hewl da lê pêk nehat. Bi helbestê li hev anîna gotinan, ji nifşê nû re hêsankarîyê dike ku dinyaya xwe bi gotinan îfade bikin û bi vê yekê ziman û neteweya xwe amade bikin.
Li Galizyayê em bi “regueifa”yan qadên ragihandina zimanî, çandî û siyasî ava dikin. Mûzîk motoreka ji bo veguherîna bingehîn a civakî ye.
Sechu Sende
Ji sedê 25ê nifşê nevîyan Galîzî diaxivin
Bikaranîna Galîzî her ku diçe kêm dibe. Nêzîkî ji sedê 75ê nifşê bav û kalan bi gelemperî bi Galîzîyê diaxivin. Ji nifşê nevîyan bi tenê ji sedê 25 bi zimanê xwe diaxivin.
Li bajaran bihîstina zarokeka/ê bi Galîzî diaxive zehmet e. Projeya herî balkêş a ku ez tê de beşdar dibim “Escola Semente” ye. Dibistaneka rêvebirîya wê xweser a Galîzî-Portekîzî ye.
Dibistanên dewletê keç û kurên me dikin Îspanyol. Ji ber vê yekê me 11 salan li bajaran tor û tevneka têkilîyan danî. Rewşeka sûrreal heye: Dibistan bi qanûnî “dibistana bîyanîyan” e, bi tenê bi vê rêyê em dikarin xwe ji hegemonyaya dewletê dûr bixin.
Wekî din, 8 sal berê me projeya bi navê Regueifesta pêk anîbû. Regueifesta helbestên li hevanîna gotinan e ku helbestkar ji ber xwe helbestan çêdike û dibêje.
Ji gelek alîyan ve li Kurdistanê dengêjî çi be li nik me jî regueifesta ew e. Em mekanên Galîzî çêdikin li wan mekanan çalakîyên Galizî pêk tînin bi vî awayî em rêyê ji ciwanan re xweş dikin ku bi zimanê xwe biaxivin.
Girîng e ku civaka me ji rêxistinbûn û hevgirîyê re hazir in. Gotineka me heye “rêxistî be û şerî bike” heye. Mesele li vê derê sendîkayên me yên neteweperwer hene û bi awayekê gelekê baş rêxistî ne. Lê ji bo pêkanîna rêxistîbûna ji bo zimanî hê jî kêşe û problemên me hene. Kêşeyên mezin hene mesela rêxistinên mafên mirovan, ekolojî, ziman... saziyên sivîl, civaka sivîl, bingehîn e.
Carekê li Galîzyayê ji Eduardo Galeano ji bo avakirina pêvajoya rizgariya miletê Galîzyayê şîret hate xwestin. Wî got ku ew nikare gelê “Inuit”ê fêrî çêkirina “Igloos” bike.
Yên ku rêyên guhertin, berxwedan û avakirina netewe, ziman an serxwebûnê baştir dizanin, gelê wî miletî bi xwe ne.
Navneteweyîbûn û hevgirî du tişt in ku dibin alîkarên me da em ji hev fêm bikin
Sechu Sende
–