Mutlu Can: Ganî amancê ma yo bingeyên vilabîyayîşê ziwanê standardî bo
Avaşîn Yılmaz Bi kirmanckî/zazakî wendegehan de perwerde çin yo. Statu û resmîyetê ziwanê ma zî çin o. Ziwanê ma
Weqfa İsmail Beşikci dê Bursa Doktorayê ya Perihan Ekinci - Tarık Ziya Ekinci bide xwendekarên doktorayê.
Weqfa İsmail Beşikci dê bursê bide xwendekarên doktoroyê yên ku xebatan li ser zanistên civakî û mirovî û xebatên kurdî dikin.
Mebesta wan ji dana vê bursê ew e ku ji bo xebatên kurdî bibin pal û pişt û piştgirîyê bidin lêkolerên ciwan.
CVyên serlêderan, orjînalî û fîzîbîlîteya mijara tezê û girîngîya wê ya di qada xwe da, dê li ber çavan bêne girtin û ji aliyê lijneyê ve bêne nirxandin. Kesê bursê bi dest dixe dê 18 mehan, mehane 3000 lîreyan bistîne.
Divê, serlêdan herî dawî heta 30ê Mijdara 2023yan li ser e-maîlê bo weqfê bêne kirin.
Encamên serlêdanê heta dawîya adarê dê bo serlêderan bi e-maîlê bê ragihandin
Bo agahîyên berfirehtir bitikîne.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...