Serlêdanên sempozyûma navnetewî ya Nûbiharê dest pê kirin
Nubihar li ser navê kovara akademîk ya Nûbiharê sempozyûmeka navnetewî li dar dixe.
Sempozyûm bi navê Sempozyûma Navneteweyî li ser Ziman, Edebîyat û Zanistên Civakî -I- tê lidarxistin.
Wan di kataloga xwe ya sempozyûmê da destnîşan kirîye ku wekî kovargerîya akademîk vê qadê jî bikin meydaneke berhemdar ji bo geşkirina berhemanîna zanyarîyên zanistî yên li ser ziman, edebîyat û dîsîplînên civakî yên kurdî.
Ew bang li hemû vekolerên welatî û bîyanî dikin ku bi xebatên xwe yên hêja sempozyûma wan dewlemend bikin.
Mijarên sempozyûmê dê di çarçoveya vekolînên kurdî da li ser ziman, edebîyat û hemû zanistên civakî bin.
Xebatên van qadan dê bi zimanên kurdî, îngilîzî, tirkî, erebî û farisî bên pejirandin.
Piştî sempozyumê dê nivîsar wekî kitêb ji alîyê Nûbiharê ve bêne çapkirin
Serlêdanên sempozyûmê heta 15.02.2024an berdewam e.
Sempozyûm 04 - 05 Gulana 2024an pêk tê.
Beşdar, ji bo beşdarîyê divê di navbera tarîxên destnîşankirî da kurteyên xwe bo maila wan bişînin.
Navnîşana e mailê ji bo şandina nivîs û kurteyan sempozyum2024@nubihar.com