Serok û namzedên partîyan bang kir ku dev ji sindoqan bernedin

Share
Serok û namzedên partîyan bang kir ku dev ji sindoqan bernedin
secim-deng-hilbijartin

Namzeda Hevşaredarîyê ya Bajarê Mezin a Stenbolê ya DEM Partîyê Meral Daniş Beştaşê piştî bidawîbûna  dengdayînê bang li peywîrdarên sindoqan kir ku dev ji sindoqan bernedin.

Beştaşê li ser hesaba xwe ya Xê da zanîn ku divê sindoqan terk nekin. Wê got: Rêzdar endamên lijneyên sindoqan û hevalên muşahîd; heta ku zabitnameyên biîmze bi dest nexin divê sindoqan terk nekin. Derveyî bangên me yên navenda giştî guhê xwe nedin tu agahîyan. Bêusûlîyên hejmartinê û encaman ku me tesbîd kirine, derbarê wan da îtîraz bikin û îtîrazên xwe di zabitnameyan da binivîsin.

Serokê komara Tirkîyeyê Recep Tayyip Erdoğan li ser hesaba xwe Xê bang kir ku li sindoqan xwedî derkevin.: Rêhavalên dewaya min yên biqîmet... Piştî saet 17:00an li hemî welatî proseya dengdayînê qedîya. Aniha dem ew dem e ku em li sindoqan û li dengan xwedî derkevin. Heta ku dengê dawî tê hejmartin û encam teqez dibin, ez ricayê ji hemî xwîşk û birayên xwe dikim ku dev ji sindoqên xwe bernedin û heta dawîyê li îradeya gel xwedî derkevin.

Namzedê Şaradarîya Bajarê Mezin yê Stenbolê Ekrem İmamoğlu li ser hesaba xwe bang kir ku li sindoqan xwedî derkevin.

Stenbolîyên biqîmet;

Sindoq saet 17:00an hatin girtin. Li stenbolê heta niha rûdaneka negatîf çênebûye. Aniha, dema hindê ye ku proseya hejmartinê ji alîyê erkdar û xelkê ve bi awayekî rêkûpêk bê şopandin. Ez hemî xelkê vedixwînim ji bo ku bi baldarî proseyê bişopînin. Bêyî ku em bikevin rehavetê em dê li hemî dengên xwe xwedî derkevin.

Read more