Serokê Hizbullahê peymana agirbestê ya di navbera Îsraîlê û Libnanê de red kiriye. Naim Qassemî daxwaza vegerandina temamî ya artêşa Îsraîlê ragihandiye. Televîzyona Al-Manarê daxuyanyeka nivîskî ya wî belav kiriye. Li gora daxuyanîyê; derketina çekdaran a ji herêmê tê wateya têkçûnê. Hizbullahê ragihandiye ku ew daxwazên dijminê xwe qebûl nake.
Çekdar şerî ranawestînin
Naim Qassemî li ser şerî daxuyanyeka dî daye. Ew tenê rawestandina êrîşan û vegerandina Îsraîlê dixwaze. Dibêje rêxistinê hîç soz wekî agirbestê nedane hîç alîyekî. Çekdarên rêxistinê li dijî dagirkirinê berxwedana xwe berdewam dikin.
Çavkanî:
The Guardian, Botan Times