Mutlu Can: Ganî amancê ma yo bingeyên vilabîyayîşê ziwanê standardî bo
Avaşîn Yılmaz Bi kirmanckî/zazakî wendegehan de perwerde çin yo. Statu û resmîyetê ziwanê ma zî çin o. Ziwanê ma
Seyidxan Sevîncî albûma xwe ya nû ya bi navê Lerz derxist.
Sevîncî duhî 25ê Cotmehê li ser medyaya civakî postek belav kir ku wî albûma xwe ya nû derxistîye.
Albûma wî Lerz ji 8 stranên wekî Berav, Zendê, Xwelîser, Xanim, Xensê, Nadim, Min Serê Xwe Rakir û Gav pêk tê.
Gotinên stranan ji folklora kurdan, Haymatlos Suad û Seîd Yûsiv wergirtine û bi awayekî xwemalî wî şirove kirine û Onur Özçelik jî aranjeya wan kirîye.
Seyidxan Sevînc ji bajarê Sêrtê ye. Di sala 2020an da albûma xwe ya yekemîn ya bi navê Bîr derxistîye. Sevînc di stranên xwe da cih dide kevneşopiya kurdî û motîfên hêja yên çanda kurdî. Sevîncî herî dawî 2022yan strana xwe ya bi navê Cantelef derxistibû.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...