Mutlu Can: Ganî amancê ma yo bingeyên vilabîyayîşê ziwanê standardî bo
Avaşîn Yılmaz Bi kirmanckî/zazakî wendegehan de perwerde çin yo. Statu û resmîyetê ziwanê ma zî çin o. Ziwanê ma
Siyasetmedarê Kurd Abdullah Demirbaş bi Serokê Kîlîseya Katolîkê Papa Francescoyê ra hevditînek pêk anî.
Di hevditînê da Demirbaş berhema Mem û Zîn a ku ji alîyê Ehmed-î Xanî ve hatiye nivîsandin, diyarîyê Papa kiriye.
Berhema Mem û Zîn a ku di sala 1990î da ji alîyê nivîskar Mehmet Emîn Bozarslan ve ji tîpên latînî bo kurdî hatiye wergerandin.
Demirbaşî nameyek û xalîçeyek ji Îranê ku motîfa jineka kurd li serî bû jî diyarî Papayê kiriye.
Hevdîtina li Vatîkanê piştî xwesteka Demîrbaşî pêk hatiye.
Abdullah Demirbaş 2 caran li navçeya Sûrê ya Amedê serokê şaredarîyê kiriye û endamê Meclîsa Kirklarê bû. Lê ji ber dozên siyasî yên li dijî wî hatiye vekirin niha li Ewropayê dijî.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...