Girseyên mezin ji bo Xameneyî li Iraqê li hev civîyan - Erika Solomon, The New York Times
Bi sed hezaran kes li bajarê Necefa Iraqê ji bo rêberê dînî yê Îranê Ayetulah Elî Xameneyî civîyane. Mirovên li
Li bajarê Heratê ya Afganistanê ji aliyê polîsên exlaqî yên Talîbanê ve amûrên mûzîkê hatine şewitandin.
Li gor nûçeya DWyê, alîkarê serokê Desteya Pêşîlêgirtina Bêexlaqîyê û Berbelavkirina Fezîletê Şêx Ezîz El-Rahman El-Muhacirî diyar kir ku "li welêt guhdarkirina mûzîkê qedexe ye. Ji ber wê rayedaran amûrên mûzîkê kom kirine û şewitandine."
Li gor berpirsê desteyê, mûzîk ciwanan dejenere dike û dibe sedema xapandina ciwanan û têkbirina civakê.
Talîbanê ku piştî sala 2021an li Afganistanê desthilatdarî bi dest xist li welêt her cure îcrakirina mûzîkê qedexe kir.
Piştî biryarê gelek hunermend û mûzîkjenên afgan welatê xwe terikandin û çûn welatên rojava.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...