Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyeyê îdîayên Amerîkayê yên li ser agirbestê red kiriye. Li gorî çavkanîyan, berpirsekê payebilind ê tirk gotiye ku danûstandin bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re ne mimkun e.
Berpirsê tirk daxuyanîya Matthew Miller a Wezareta Derve ya Amerîkayê wek "şaşîyeka devkî" binav kiriye. Miller gotibû ku agirbesta li dora bajarê Minbicê ya ku bi navbeynkarîya Amerîkayê pêk hatiye, heya dawîya vê hefteyê hatiye dirêjkirin.
Dema ku şerê li bakurê Sûrîyeyê berdewam dike, metirsîyên êrîşeka muhtemel a li ser bajarê Kobanîyê zêde dibin. Kobanî 50 kîlometreyan li bakurê rojhilatê Minbicê ye û di bin kontrola hêzên kurd de ye.
Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump desthilatdarîya nû ya Sûrîyeyê wek "dagirkirin" bi nav kiriye. Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyeyê Hakan Fidan ev îdîa red kiriye û gotiye ku ev nirxandin "şaşîyeka mezin" e.
Tirkîye PKK, YPG û HSDê wek "rêxistinên terorîst" dibîne. Berpirsê tirk gotiye ku heya PKK/YPG çekên xwe deyne û şervanên biyanî ji Sûrîyeyê derkevin, amadehî û tedbîrên wan ê di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de berdewam bikin.
Çavkanî: Botan Times / Al Jazeera
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...