Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Di civaka demokratîk de mafê gel heye ku nûnerên xwe bi xwe hilbijêrin. Divê ev hilbijartin bi awayekî azad, adil û zelal bên kirin. Ger nirxên demokratîk nebin, gel nikare vî mafî bi kar bîne û nûnerên xwe hilbijêre.
Rapora Enstîtuya Navneteweyî ya ji bo Alîkariya Demokrasî û Hilbijartinê (International IDEA) ya sala 2023an, bal kişand li ser performansa nebaş a Tirkiyeyê. Li gorî vê raporê Tirkiye di kategoriya serweriya qanûnê de ji 173 welatên cîhanê di rêza 148an de ye. Li gorî heman raporê, Tirkiye di nava 4 welatên nedemokratîk ên Ewropayê de ye ku li pişt Rûsyayê ye.
Li gorî rapora International IDEAyê, di rêza dewleta hiqûqê de performansa Tirkiyeyê kêm e:
Di kategoriya dewleta qanûnê de Tirkiye ji 148 welatên cîhanê û ji 45 welatên Ewropayê ji dawiyê di rêza 2an de ye.
Di kategoriya mafan de Tirkiye di cîhanê de di rêza 129an û li Ewropayê jî di rêza 42an de ye.
Di beşa nimandin de Tirkiye li cîhanê di rêza 112an û li Ewropayê jî di rêza 42an de ye.
Di beşa beşdarbûnê de Tirkiye li cîhanê di rêza 139an û li Ewropayê jî di rêza 42an de ye.
Civaknasî nirxên demokratîk weke nirxên ku bingeha civaka demokratîk ava dikin penase dike. Armanca van nirxan, parastina maf û azadiyên bingehîn ên takekesan û dabînkirina xweşî ango refah û edaleta civakê ye.
Ji bo berdewamîya nûçeya li bianetê bitikîne.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...