Cuma Çiçek: The Kurdish Issue is Not Just About Identity; Severe Problems Persist
DIYARBAKIR — Speaking to Botan Times, Dr. Cuma Çiçek pointed out that for the past 20 years, whenever the Kurdish issue
Tirkîye di raporeka Yekîtiya Ewropayê da hatîye rexnekirin ku di warê demokrasîyê da problemên wê hene.
Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula Von der Layen û Komîserê Berfirehbûn û Cîrantiyê yê Yekîtiya Ewropayê Oliver Varhelyi encamên rapora salane ya li ser 10 welatên ku dixwazin bibin endamên Yekîtiya Ewropayê bi civîneke çapemeniyê eşkere kirîye.
Li gorî nûçeya Rûdawê di raporê da di warê demokrasî, wekhevî, rûbirûbûna terorê, azadiya raderbirînê û mafên mirovan de rexne li Tirkiyeyê hatin girtin.
Di gelek waran da rexne li Tirkîyeyê hatîye girtin ku amaje bi hilbijartinên gûlana îsal hatîye kirin. Ev yek di raporê da wiha derbas bûye: Ji ber ku medyayê nûçe yekalî belav kirine berbijêr ne xwedî şert û mercên wekhev bûn û bi vê jî desthilatê avantajeke neheq bi dest xistîye.
Herwiha mijarên wekî, nêzîkbûna mijara terorê, civaka sivîl û zextên li ser muxalefetê jî di raporê da cih girtine.
Ji bo zêdetir agahîyan bitikîne.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...