Tirkiye têkiliyên xwe yên bi YNKê re xurt dike - Reha Ruhavioglu

Tirkiye têkiliyên xwe yên bi YNKê re xurt dike - Reha Ruhavioglu

"Têkilîyên Tirkîyeyê û Herêma Kurdistanê di qonaxeka guhertinê re derbas bûye. Geşedanên herêmî û pêvajoya aştiyê ya li Tirkîyeyê bandor li vê rewşê kiriye."

Rêveberê Navenda Lêkolînên Kurdî (KSC) Reha Ruhavîoglu li hesabê xwe yê LinkedInê ev şîrove kiriye.

Ruhavîoglu dibêje:

Enqereyê berê xwe nendiada peywendîyên astbilind yên bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re. Tirkîyeyê peywendîyên YNKê yên bi PKK û HSDê re ji bo vê yekê wek hincet nîşan dida. Niho Enqere ji bo serastkirina vê peywendîyê gavan diavêje. Dewleta Tirkiyeyê dixwaze qada bandora xwe berfireh bike. Enqere ji modela tenê bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re dimeşand derdikeve.

Modeleka nû di sîyaseta herêmî de

Îran di nexşeya nû ya jeopolîtîk de lawaz ket. Ev lawazbûn ji bo YNKê derfeteka nû ya hevsengîyê ava dike. Di heman demê de nakokîyên navbera YNK û PDKê berdewam dikin. YNK li alternatîfên nû digere.

Hevkariya enerjîyê ya Silêmanî û Enqereyê

Pêvajoya hilbijartina serokkomarîya Iraqê qonaxeka girîng derbas kir. Li Kerkûkê sîstema parêzgarîyê ya nû hat qebûlkirin. Tirkmenan jî di nav vê sîstemê de cîh girtin. Ev rûdan derfetên nû yên hevkariya enerjîyê ava dikin. Ev hevkarî dê di navbera Silêmanî û Enqereyê de pêk bê.

Serdanên berpirsên YNKê bo Tirkîyeyê

Serdana Bafel Talabanî yan jî Qubad Talabanî ya bo Tirkîyeyê êdî ne tiştekî dûr e. Ev serdan tenê li benda demê ye. Rûdanên nû rêya vê serdanê vedikin.

Çavkanî:

Botan Times, LinkedIn/Reha Ruhavioglu

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.