Şûntilîyên Celadet û Îsmaîl Ebûlîz: Li logoya BotanIntê çi çi ye?
Ejderhayê li logoya Botan Internationalê, ew ejderha ye ku li berhema Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî hebû.Ew berhem li ser deriyê
Li gor analîzên pisporên sîyasî, Donald Trump di vegerîna xwe ya Qesra Spî de, dê bi rewşeka cida ya Rojhilata Navîn re rû bi rû bimîne. Ev yek di rapora rojnameya New York Timesê ya 17ê Çirîya paşiyê ya 2024ê de hatiye dîyar kirin.
Piştî şerê Xezeyê û êrîşên 7ê Çirîya pêşiyê ya 2023ê, hevpeymanîyên herêmî guherîne. Welatên Erebî êdî nikarin piştguhê pirsgirêka Filistînê bikin û têkilîyên xwe bi Îsraîlê re asayî bikin.
Prens Mohammed bin Selman daxwaza dewleteka serbixwe ya Filistînê kiriye. Wî gotiye ku heta Filistîn dewleteka serbixwe bi paytexta Qudsê ve bi dest nexe, ew ê têkilîyên dîplomatîk bi Îsraîlê re deynin.
Berevajî serdema Trump a berê, niho welatên Kendavê têkilîyên xwe bi Îranê re xurt dikin. Wezîrê derve yê Îranê di meha borî de serdana çend welatên Kendavê kiriye.
Trump, Steven Witkoff wek nûnerê taybet ê Rojhilata Navîn û Marco Rubio wek namzetê wezîrê derve destnîşan kiriye. Herdu jî bi piştgirîya xwe ya ji bo Îsraîlê têne nasîn.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...