Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Donald Trump îro Brendan Carr, ku bi rexnegirtina şirketên mezin ên teknolojîyê tê nasîn, wek serokê Komîsyona Federal a Ragihandinê (FCC) destnîşan kiriye. Elon Musk piştgirê Carrî ye.
Trump di daxuyanîya xwe de Carr wek "şervanê azadîya gotinê" bi nav kiriye û gotiye ku ew ê rê li ber kontrola zêde ya dewletê bigire. Carr dê sazîya ku li ser radyo, televîzyon û ragihandinên kabloyî ya DYAyê çavdêrîyê dike, birêve bibe.
Carr têkilîyeka xurt bi Elon Musk re danîye. Di sala 2020ê de, dema ku FCC alîkarîya 885 milyon dolarî ji xizmeta înternetê ya Starlink a Musk paş ve kişandibû, Carr li dijî vê biryarê derketibû.
Li gor Project 2025ê, Carr dê li ser çar armancên sereke bisekine:
Trump dixwaze destûra weşanê ji kanalên mezin ên televîzyonê wek ABC, NBC û CBS bistîne. Berê wî CBS bi taybet armanc kiribû ji ber ku hevpeyvîneka bi Kamala Harris re weşandibû.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...