Çewlîgî de wextê arêdayîşê gozan o: Keda pîya ya dewijan
Yew dewa girêdayeya qezaya Dara Hênî ya Çewlîgî de bi ameyîşê payîzî arêdayîşê gozan dest pêkerd. Xebata ke saetanê sibayî
Li Wanê hinek kesan hişyarîyên trafîkê yên kurdî jê birin û şûna wan gotineka nijadperest ya tirkî li ser nivîsîn.
Şaredarîya Wanê berî çend rojan li ser hinek rê û cadeyan hişyarîyên bi kurdî yên trafîkê “Pêşî Peya” nivîsîbûn.
Li gorî nûçeya Rûdawê, li gor zanyarî û beşek ji wêneyên ku li ser medyaya civakî hatine belavkirin, kes an jî kesên nedîyar şeva borî nivîsa kurdî ya “Pêşî Peya” ya li ser cadeya 2ê Nîsanê ya Wanê jê birine û li şûna wê bi rengê sor nivîsa nijadperestî ya “Tirkîye Tirk e û dê Tirk bimîne” nivîsîne.
“Êrişên bi vî rengî wê nikaribin pêşî li çalakîyên me yên pirzimanî bigirin”
Şaredarîya Bajarê Mezin a Wanê derbarê mijarê daxuyanîyek belav kir û êrişa li ser Kurdî şermezar kir.
Şaredarîya Bajarê Mezin a Wanê da zanîn ku ew dê derbarê kesên ku ev çalakîya provokatîf kirine da pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.
Şaredarîyê got, “Êrişên bi vî rengî wê nikaribin pêşî li çalakîyên me yên pirzimanî bigirin.
Em bangî sazîyên pêwendîdar, bi taybetî jî sazîyên edlî dikin ku derbarê vê nêzîkatîya nîjadperest da bikevin nava tevgerê.”
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...