Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Weşanên avestayê kitêba çîrokan ya Ulku Bîngol çap û belav kir.
Di kitêba Katib û Kûçik da çîrokên curbicur cih digirin. Çîrokên di vê berhemê de her yek jê awêneyek e.
Bîngol heta niha 5 kitêb çap kirine ku yek ji wan haîku ye. Kitêbên wî di wextê xwe da ji weşanên Ronahî û Nayê çap jî bûne.
Nivîsara Berhemê:
Kîj guhdarêd çîrok û çîvanokan barê Teyrê Anka mereq nekiriye? "Katib û Kûçik" Teyrê Anka ye; barê xwe ji heft zemanan hildaye û bûye rêwiyê dinyaya ronak.
Çîrokên di vê berhemê de -ku bi zimanekî dawerivî û ji binya Zemên dikin pistepist û di boran de olan didin- her yek jê awêneyek e. Kî bixwîne dê bi asanî xwe tê re bibîne. Çima ku nivîskar wek Pîrê Zemên pênûsa xwe li ser dewr û dewranan kiriye hawêneyek (mercekek) û behsa 'aliyê tarî yê heyvê' dike ji me re.
Kitêbên Wî:
Dengê Pepûkê
Mohra Xuda
Peyman
Sîba
Hespên Hesinî

Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...