Şûntilîyên Celadet û Îsmaîl Ebûlîz: Li logoya BotanIntê çi çi ye?
Ejderhayê li logoya Botan Internationalê, ew ejderha ye ku li berhema Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî hebû.Ew berhem li ser deriyê
Li gor çavkanîyan, wezîrê derve yê nû yê Sûrîyeyê Esed Hesen El-Şîbanî hişyarîyek daye Îranê ku tevlî karên hundirîn ên Sûrîyeyê nebe. Wezîr di platforma X de daxuyanîyek belav kiriye û gotiye ku Îran divê rêzê li serwerîya Sûrîyeyê bigire.
Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî di axaftineka televizyonî de gazî ciwanên Sûrîyeyê kiriye ku li dijî "plankerên tevlihevîyê" bisekinin. Xamineyî di axaftina xwe de gotiye ku ew li benda derketina "komeka xurt û birûmet" in.
Di 8ê Kanûna pêşiyê ya 2024ê de piştî şerekê navxweyî yê 13 salan, çekdarên mixalif Beşar Esed ji desthilatdarîyê dûr xistine. Ev bûyer ji bo "Mehwera Berxwedanê" ya ku ji alîyê Îranê ve tê birêvebirin, wek derbeyeka mezin tê dîtin.
Di dema şerî de Îranê bi milyon dolaran alîkarîya Esed kiriye û Pasdarên Şoreşê şandine Sûrîyeyê. Armanc ew bû ku Esed li ser desthilatdarîyê bimîne.
Çavkanî: Reuters
Botan Times
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...