Şûntilîyên Celadet û Îsmaîl Ebûlîz: Li logoya BotanIntê çi çi ye?
Ejderhayê li logoya Botan Internationalê, ew ejderha ye ku li berhema Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî hebû.Ew berhem li ser deriyê
Xanna Omerxalî, nivîskara Kurd a Êzidî, ji aliyê Weqfa Cemal Nebez a Berlînê ve hêjayî xelatê hatiye dîtin. Xelatdayîn dê mehên pêşiya me pêk bê.
Lijneya xelatê biryar daye ku Omerxalî ji ber lêkolînên xwe yên li ser dab û nêrît, awa û şêwazên ola Êzdayetiyê û qewlên wê, vê xelatê bistîne. Omerxalî ji malbata pîrên Êzidiyan e û ji Yêrîwana Ermenistanê ye.
Kordînatora Lijneya Xelatê Fexriya Adsayê ji bo Rûdawê gotiye ku ew gelekî bi kelecan in ku du salan carekê xelateke holê didin hêjayeka Kurdan.
Adsayê gotiye: "Em dixwazin bi van xelatan hem hêjayên Kurdan bi qedir bikin û hem jî pêşengê hemdem ê teoriya neteweperweriya Kurd Cemal Nebez zêdetir bidin naskirin."
Beriya du salan jî mamosteya Kurdî ya ji Rojhilatê Kurdistanê Zara Mihemedî hêjayî xelata Weqfa Cemal Nebez a Berlînê hatibû dîtin.
Xanna Omerxalî Usoyan sala 1981ê li Ermenistanê hatiye dinê. Ew lêkolereka Kurd a Êzidî ye û ji mala Pîrên Omerxalî tê.
Omerxaliyê sala 2002yê Zanîngeha Saint Petersburgê beşa zimannasiyê ya Îrannasî û Kurdnasiyê temam kiriye û sala 2004an mastera xwe qedandiye. Doktoraya xwe jî sala 2006an li ser dînê Êzidiyan temam kiriye.
Omerxaliyê heta niho li ser Êzidîyan gelek xebat kirine û beşdarî gelek konferansên zanistî bûye. Wê li ser zimanê Kurdî û her wisa li ser Zimanê Qewlên Êzidiyan ders daye.
Di nav berhemên wê de "Êzdiyatî, Civak, Sembol, Rîtûel" (2007), "Kurdish Reader: Modern Literature and Oral Texts in Kurmanji" (2011), "Religious Minorities in Kurdistan: Beyond the Mainstream" (2014) û "The Yezidi Religious Textual Tradition: From Oral to Written" (2017) hene.
Derbarê bîr û baweriya dînê Êzdiyatiyê bi zimanên Rûsî, Îngilîzî û Kurdî nêzîkî 20 gotarên zanistî nivîsîne.
Çavkanî: Rûdaw, Wîkîpediya
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...