Yevgeny Prigozhinê ku li dijî Artêşa Rûsyayê serî hildaye kî ye?

Share
Yevgeny Prigozhinê ku li dijî Artêşa Rûsyayê serî hildaye kî ye?
Yevgeny Prigozhin

Ew sala 1961ê hatiye dinê. Yek ji olîgarşîkên Rûsyayê ye. Di zarokatiya xwe de du caran ji ber sextekarî û dizîyê hatiye girtin. 9 salan di girtîgehê de maye.

Dema ji girtîgehê derketî pêşiyê li kolan û caddeyan di tebleya xwe de wek xwarinçêkerê seyarî kar kiriye. Wî hingê "hot dog" firotine. Ticareta xwe mezin kiriye û bûye xwediyê xwaringehên mezin. (Çavkanî: New York Times)

Li xwaringeheka xwe serokê Rêsyayê Viladîmîr Pûtîn nas kiriye. Pêşiyê têkiliya wan germ bûye û paşê wî li qesra serokatîyê ya Kremlînê jî ji bo Pûtînî xwarin çêkiriye.

Wî bi riza û hevkarîya Pûtînî û artêşa Rûsyayê û îstixbaratê, Şirketa Leşkerî ya Wagnerê ava kiriye(Çavkanî: Del Spiegel).

Ev hêzên leşkerî wek "hêzên leşkerên kirêkirî" têne nasîn. Wagnerê, Sibata 2018ê ji bo çavkanîyeka petrolê kontrol bike li Rojavayê bi hêzên kurdan re şer kiriye. (Çavkanî: Wikipedia)

Li Sûriye, Efrîqayê û Ukraynayê şer kiriye. Heta vê rûdana dawiyê ew yek ji mirovên herî nêzîkî Pûtînî bûye.

Read more