30 sal berê dema navê wê tîmê Diyarbakirspor bû çi anîn serê min

30 sal berê dema navê wê tîmê Diyarbakirspor bû çi anîn serê min
baris-karabiyik-amedspor-diyarbakirspor

Piştî êrîşên nijadperestane yên alîgirên Bursa Sporê, serokê Partiya Neteweperest a Gelî (MHP) Devlet Bahçelîyî gotibû li gor wî cihekê bi navê Amedê çênabe hebe.

Di rojeva Tirkiyeyê de welê hat nîşandan ku ji ber navê tîmê Amedspor e êrîşên nijadperestane hatine kirin.

Bariş Karabiyikê ku salên 1993-95ê de li Diyarbakirsporê lîstikvanî kirî diyar kir ku mesele ne navê Amedsporê ye.

Li gor nûçeya Sur Ajansê dema wî li Diyarbakirsporê dilîst çûne Edeneyê û bi Adanasporê re lîstine. Dema lîstinê de bi dehan polîsan li Karabiyikî dane. Wî nekariye li hemberî vê êrîşa nijadperestane tiştekê bike û wek lîstikvanên Amedsporê li Bursayê kirî wî jî li Edeneyê lîstik dewam kiriye.

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.