5 hevokên ku divê dêûbav ji bo zarokên xwe qet nebêjin

Share
5 hevokên ku divê dêûbav ji bo zarokên xwe qet nebêjin
istockphoto-1213296288-612x612

Dêûbav divê van 5 hevokan ji zarokên xwe re nebêjin.

Carolina Leaf, hem dayîkek e û hem jî pispora norolojiyê ye, derbarê danûstandina dêûbav û zarokan de ji bo CNBCyê ev 5 hevok rave kirine.

"Tu gelekî nehs î"

Dibe ku zarokên we carna tiştên awerte bikin û derdora xwe aciz bikin. Di wê kêlîyê da divê hûn şûna hevoka li jorê, ji zarokên ra wisa bêjin: Tu her tim wan tiştan nakî. Ger tu bixwazî ez dikarim alîkarîya te bikim, em hewl bidin vê rewşa te fêm bikin bi hev ra.

"Tu mêşê dikî gamêş"

Belê dibe ku hûn bi zarokên xwe ra li ser meseleyekê di heman fikrî de nebin an jî li hev nekin. Lê divê hûn hestên wan jî piştguh nekin. Li şûna dubendîyê divê hûn ji wan re bêjin: Pêdivîya me bi wextê heye. Em navberek bidin dû ra dîsa berdewam bikin.

"Ewqasî jî zehmet nîne, tu dikarî vê çareser bikî"

Li şûna ku em vê hevokê bêjin û zarokên xwe tenê bihêlin, divê em ji wan ra bêjin: Ez dibînim, ev tişt ji bo te zihmet xuya dike, ka ez dikarim ji bo te çi bikim?

"Bes êdî bigirî"

Girîn yek jî mekanîzmayên norolojîk e ku rê li ber vedike em têbikoşin li dijî wan enerjîyên di hiş û laşê me da hatine tepisandin. Li şûna ku em ji wan ra bibêjin bes êdî bigirîn, divê em bêjin: Eger bixwazî ez te himbêz bikim û hinekî aram bibî an jî tu dixwazî em biçîn hinekî bimeşin.

"Ez wisa dibêjim"

Wekî dêûbav dema em biryarekî derbarê zarokên xwe da bidin an jî sînoran li ber wan deynin divê em ji bo wan bibêjin ka çima ev biryar hatiye dayin. Divê ev rewş bi vî rengî bê ravekirin: Ez dizanim tu dê zirarê jê bibînî yan jî ji bo te ne baş e, ji ber vê yekê ez naxwazim tu vê tiştê bikî.

Wergêrana ji îngilîzî Yonca Sarsılmaz

Read more