Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Piştî erdhejên bi navenda Mereşê 45 hezar kesan jiyana xwe ji dest da.
Li herêma erdhejê ji bo cesedên nenas û kesên winda bên dîtin xizmên wan testa DNAyê dikin.
Serokê Komeleya Tiba Edlî Prof. Dr. Ahmet Hîlal û Serokê Beşa Tiba Edlî ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Mêrsînê Prof. Dr. Halis Dokgöz dibêje;
"Nasnameyên nêzî 5 hezar kesên hatine definkirin nayên zanîn."

Prof. Dr. Hîlala ku ji rojnameya Bîrgûnê re dibêje,
Li Antakyayê rêjeya kesên bê nasname hatine definkirin ji sedî 10e. Li Îskenderûn, Mereş, Edene û Osmaniyeyê jî ji sedî 5 e.
Hîlal got, “Piştî erdhejê dozgeriyê li gorî agahiyan cenazeyan teslîm kirine.
Lê divê ji xizmeke mînaka DNAyê bihata girtin û pişt re radestî malbatan bihata kirin.
Li Hatay û Edeneyê 2 malbatan cenazeyên şaş wergirtin. Dema ku ew her du kes paşê li nexweşxaneyê xuya bûn, rewş zelal bû.
Li gor pispor Dokgoz, ji bo diyarkirina nasnameyan 24 seatên ewil gelek mûhîm bû, ew jî baş nehatiye bikaranîn.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...