Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
15ê Adarê komeka hekiran (hacker) a bi navê LUSWJXX bêsekin û edlahî nêzîkî 10.000 caran hewil dan dîwarê parastinê yê Botan Timesê bişkênin û têkevinê.
Li gor bernameya parastina dîjîtal a Jackpeckê bi temamî 80.000 caran "hewildanên ji bo têketina bêdestûr" hatiye kirin.
Şêvê dî siet 22:30ê hesabê edîtorekê hat hackkirin û Hacker ketin nav nivîsên Botan Timesê. Heta me ew hesab asteng kir û dîwar ji nû ve aktîv kir, nivîsên me yên sê mehan hatibûn jêbirin.

Ji bilî nivîsên 2 hefteyên dawiyê, me hemî nivîs xelas kirin.
Di heqê komê de li înternetê agahî nînin lê koma hewil dayî medyaya kurdî têk bibe ji bo weşanê nivîseka tirkî amade kiribû.
Di sîstema Botan Timesê de ti agahî an nivîsên neweşandî nînin. Agahiyên taybet ên ti edîtor, abone an rêvebiran li sîstemê nayên qeydkirin.
Sîstema banqevaniyê ya Googleyê (G-pay) ku yek ji sîstemên herî bihêz ên dinyayê ye agahîyên aboneyan diparêze.
Botan International / Botan Times jî tê de ti kes nikarin bigihin wan agahiyan.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...